Jinên hatin koçberkirin: Zextên li gund li bajêr berdewam kirin

  • 09:16 26 Hezîran 2019
  • Jiyan
AMED - Jinên di salên 90’î de ji ber zextên dewletê neçar man gundê xwe terk bikin, diyar kirin ku ji wan salan heta niha tiştek neguheriye û wiha gotin: “Wek wê rojê em ê îro jî berxwedana xwe bidomînin.”
 
Di salên 1990’î de li herêmê ji ber polîtîkayên şewitandina gundan, ferzkirina cerdevaniyê û polîtîkayên komkujiyê bi hezaran Kurd neçar man axa xwe terk biken. Jin û zarokên ku mexduriyeta herî mezin jiyan, diyar dikin ku hîna jî bi heman zextan re tên rû hev. Nefîse Înanç ya 25 sal berê ji Farqinê koçî Amedê kir jî yek ji van jinan e.
 
‘Bi destê Hîzbullahê gelek kes hatin qetilkirin’
 
Nefîseyê jiyana xwe ya li Farqînê wiha vegot: “Me çandinî dikir. Jiyan xweş bû. Dewletê cedervanî ferz kir. Ji ber vê em neçar man koçî Amedê bikin. Me nedixwest em axa xwe terk bikin. Ji ber me cerdevanî qebûl nedikir, îşkence li me dikirin. Em wan rojan tu car ji bîr nakin. Bi destê Hîzbûllahê gelek kes li Farqînê hatin qetilkirin.”
 
‘Kurê min yê bavê 5 zarokan qetil kirin’
 
Nefîfeseyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min yê bavê 5 zarokan di wê pêvajoyê de hat qetilkirin. Li şaredariya Farqînê dixebitî. Ji ber zextan min neviyên xwe û bûka xwe girt û em hatin Amedê. Ew tişt nehatibana jiyîn me axa xwe terk nedikir. Em li vir di kirê de ne. Wê demê Hîzbullah bi rehetî li kolanan digeriya. Me koç kir li vir jî zext hebûn. Lê qe nebe êdî me dikaribû xwe biparasta.”
 
‘Cihê ku em lê bijîn nehiştin’
 
Kiymet Çalişir ya li gundê Mîren a Hezro dijiya û koçî Amedê kiriye jî ev tişt anî ziman: “Gundê me hat şewitandin. Ji ber vê me koç kir. Tevî ku jiyana gund zehmet bû jî ji bo me cihê herî xweş wir bû. Jiyana me li çiyayên gund derbas dibû lê piştî şewitandin, hilweşandin û êrîşê qada jiyanê nehiştin. Me bi 8 zarokên xwe re koçî navendê kir. Lê hevjînê min piştî vê em terk kirin. Em tenê man. Jiyana me zehmetir bû. Min nedikarî kirê bidim. Em di xaniyekî xerabeyî de dijiyan. Niha jî zext hene. Kurê min beyî sûc hat girtin. Hîna jî koçberiyê li me ferz dikin. Dixwazin bi şer, komkujî û aboriyê me ji axa me bikin. Lê tu hêz nikare me ji ser axa me dûr bixe”