Jinên li zozanan: Di seranserê jiyanê de keda jinê heye

  • 10:05 6 Hezîran 2019
  • Jiyan
WAN - Jinên koçber yên ji bo biçin zozanên Feraşînê ji navçeyên Şax û Payîzava derbas dibin, di seranserê jiyanê de li xwedî kedê ne. Jinên ku hemû zor û zehmetiya koçberiyê hildane, wiha dibêjin: “Em gelek diwestin lê em jiyaneke din nafikirin.”
 
Jinên koçber yên li zozanên bi kulîlkên rengîn xemilîne, hatin cem hev, bi pêlavên xwe yên naylon ketin riyek dirêj. Barê giran dane ser milê xwe, heta roj ava dibe,  tenê li ber çeman behna xwe vedidin. Koçerên ji Cizîr, Şirnex, Elkê ji bo biçin zozanên Feraşînê derketin rê û navçeyên Şax û Payîzavaya Wanê riya derbasbûnê yê ev rê bikartînin. Jinên koçer ji ber germbûna hewayê sibêhê di saet  04.00’an de dikevin rê.
 
Ligel hestir û pezên xwe, bi seyên xwe dimeşin û li ber çeman behna xwe didin. Ji bo roja wan zêdetir destkeftîtir derbas be sibêhê zû radibin û bi şîr, penîr û mas taştê dikin. Pezê wan jî li kontaran li bendê dotinê ne. Pez rojê du caran tê dotin. 
 
Li Seranserê jiyanê de keda jinê tê dîtin. Jin li gel dotina pez, çêkirina berhemên ji şîr, karê malê yên rojane, şûştina cilan, firakan û karên din jî dikin. Xatu Kaymaz ya ku zivistanê li Cizîrê û havînan jî li zozanan derbas dike, diyar dike ku 25 roj in di rê de ne û got ji herêma Besta hatine Şaxê. Xatunê wiha got: “Em ê evqas dema din jî derbas bikin û bigihêjin zozanên Feraşîn ya Geliyê Çoylak. Ji bo pezê me neweste em rêwitiya xwe nadin lezê. Em bi awayekî riya xwe didomînin. Em 3 mehan li zozanên Feraşîn dimînin. Ji ber herêma leşkeriye, em dem bi dem rastî qedexeyan tên. Lê qedexe jî çûyîna me asteng nake. Em bi vê debara xwe dikin. Em neçarin sewalên xwe li cihên baş biçêrînin.”
 
‘Jin di jiyanê de xwedî gotin in’
 
Xeriye Kaymaz jî bi lêv kir ku hemû barê giran yê jiyanê li ser milê jinan e û wiha got: “Mêr ewlehiya sewalan digirin û diçêrînin. Em jî sibêhê zû radibin, pez didoşin, penîr û mast çêdikin. Em di hemû jiyanê de rol dilîzin. Em jin di koçberiyê de ji ber xwedî ked in, xwedî gotinin jî. Jiyanek zehmete lê em jiyanek din nafikirin.”