Pirsgirêka avê ya Hezexê hat çareserkirin: Motora xerabe bi mehan nehatiye guhertin

  • 09:10 7 Gulan 2019
  • Jiyan
ŞIRNEX - Li Hezexê ku beriya hilbijartinan 3 salan ji aliyê qeyûm ve hat bi rêvebirin û bi mehan ava navçeyê dihat birîn, hat hînbûn ku sedema birîna avê motora avê ya xerabe ye. Tevî zor û zehmetiyên ku gel kişandin, qeyûm bi mehan motor neguhertiye û piştî ku hevşaredar hatin motor guhertin.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li navçeya Hezex a Şirnexê HDP’ê ji sedî 77 deng girt û bû yekem. Di pêvajoya 3 salên ku qeyûm navçe bi rê ve dibir de gelek caran pirsgirêka qutbûna avê hatibû rojevê. Bûyera ku gel bi dehan carî bertek nîşan da, qeyûm jin ji avahiya şaredariyê derxistibû.
 
Motor xerabeye, bi mehan nehatiye guhertin!
 
Hevşaredarên piştî qeyûm hatin ji bo çareseriya pirsgirêkan ketin nav tevgerê. Qeyûm ku pirsgirêka avê bi gotinên ‘ji çavkaniya av tê av tune ye’ an jî ‘av hemû ax e’ vedişart û piştî hevşaredar hatin hilbijartin dîtin ku pirsgirêk ne çavkaniya avê ye, motora xerabe ye.
Hevşaredaran motora ku nayê zanîn çend mehe xerabeye, derxistin û bi 40 hezar TL yî motorek girtin û pirsgirêk çareser kirin.
 
‘Me sê salan xizmet nedît’
 
Şêniya taxa Yenî Mahale Adîle Tarak da zanîn ku di dema qeyûm de bi mehan bê av mane û wiha pê de çû: “Sala borî di meha Remezanê de bi rojan ava me nehat. Me ji qeyûm dipirsî çima av nayê, em her tim mijûl dikir. Min bi rojan ji depoyê an jî ji cîranan av anî. Mafê wan tune ye vê bi me bikin. Tiştên cuda ji me re digotin. Lê em niha dibînin ku motor xera bûye. Ne tenê av, di 3 salan de tu xizmet nekirin. Ne rê hatin çêkirin ne tiştekî dikin. Lê niha wê her tişt veguhere rewşa berê.”
 
Kiymet Acar jî wiha got: “Bi mehan ava me nehat. Min ji depo û cîranan av bir malê. Me ji derve av girt. Carna dilopek nedihat. Dema av dihat ya qirêj bû yan jî bîhn jê dihat. Dema me bertek nîşan da em ji şaredariyê derxistin. Niha hinek din baştir ava me tê. Êdî pirsgirêk hebe jî ew ê bê çareserkirin.”