Li Wanê amadekariya çûyîna zozanan dest pê kir

  • 09:13 5 Gulan 2019
  • Jiyan
WAN - Welatiyên ji gundan koçî Wanê kirine û li taxan neçar mane sewalkariyê bikin, bi germbûna hewayê re amadekariya derketina zozanan dikin.
 
Welatiyên piştî mehên dirêj yên zivistanê, debara xwe bi sewalkariyê dikin, dest bi amadekariyên derketina zozanan kirin. Piranî ji van welatiyan di salên 90’î de ji gundan koçî Wanê kirine û li taxên dimînin di şertên zehmet de sewalkariyê dikin. Welatiyê ji bo sewalkariya ku çavkaniya debara wan de bidin berdewam kirin, derkevin zozanan hemû havînê li vir derbas dikin.
 
Êmê dimîne di çewalan de tê veşartin
 
Welatiyê li taxa Koyîçî ya Artemît a Wanê dijîn, di axurên demsalî de pezê xwe xwedî dikin lê ji ber krîzê niha nikarin êm bikirin. Bi germahiya hewayê re pez li navbera taxan gîhayê şînbûye dixwin û li aliyê din jî êmê ku ji bibin zozanan amade dikin. Welatî niha nivîn, kon û alavên din ji bo barkirinê amade dikin. Welatiyên wê derketin zozanan, wê biçin gundê Tureş a girêdayê Şaxê ya 4 saetan riya wê heye.
 
‘Divê her tişt bê kêmasî bê depokirin’
 
Jina bi navê Mecbure Aral destnîşan kir ku hewcedariyên xwe yên starbûn û xurekên xwe li gorî demek dirêj amade dikin û wiha pê de çû: “Em beroşên mezin, nivîn, kon û xurekên xwe kom dikin. Çûyîna zozanan tê wateya ku ji bo demsala din a zivistanê amadekariye. Em bîdonên şîr, penîr jî ligel xwe dibin.”
 
‘Divê em destê xwe zû bigirin’ 
 
Heznî Komî jî bi lêv kir ku ne tenê ji bo berhemên şîr, ji bo suravka pincar û hişkirina pincarê jî diçin gund û wiha pê de çû: “Em çawa diçin zozanan em pincarê kom dikin. Demek pinarê heye. Ger em zû neçin pincar qert dibe û kêrî tiştekî nayê. Gelek gîha hîna ku nû şîn dibe divê bê komkirin.”
 
‘Em amadekariya zivistanê jî dikin’
 
Fehiye Kiye jî anî ziman ku 20 sale bi sewalkariyê re mijûl dibin û ev tişt got: “Em zivistanê sewalên xwe li taxê li axuran xwedî dikin. Li bajar şertên jiyanê zehmetin.  Riya herî baş a ji bo me ya debarê sewalkariye. Em li gund ji bilî sewalkariyê nikarin tiştekî bikin. Em ji bo zivistanê jî mişmiş û sêvan hişk dikin.”
 
Turkan Bozkurt jî balkişand ser polîtîkayên koçberkirinê yên dewletê û wiha dawî lê anî: “Dewletê em koçber kirin. Yekane çavkaniya debara me sewalkarî bû. Hewl da wê jî biqedîne. Em ji gundên xwe derneketibana wê evqas zehmetî nehatiba kişandin. Wê krîzê evqas bandor li me nekiriba. Lê em ligel qedexeyan dest ji zozanan bernadin. Em ê îsal jî derkevin zozanên gundên xwe.”