Daxwaza berdana Leyla Guven hat redkirin

  • 17:19 16 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Serlêdana ji bo berdana Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat redkirin.  
 
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr ji bo miwekîla wê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bê berdan û darizandina wê bê rawestandin serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabû. Dadgehê serlêdan bi encam kir. Yalçindag Baydemîr di 21’ê îlonê de serî li dadgehê dabû. Dadgehê bi hinceta “”Rêxistin ava kirin û birêve birin/endamtiya rêxistinê” serlêdanê red kir û biryara dewama girtinê da. 
 
Reyhanê got ew ê li dijî vê biryara redkirinê dîsa îtîraz bikin.