Daxwaza berdana Leyla Guven hat redkirin 2018-10-16 17:19:23   AMED - Serlêdana ji bo berdana Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat redkirin.     Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr ji bo miwekîla wê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bê berdan û darizandina wê bê rawestandin serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabû. Dadgehê serlêdan bi encam kir. Yalçindag Baydemîr di 21’ê îlonê de serî li dadgehê dabû. Dadgehê bi hinceta “”Rêxistin ava kirin û birêve birin/endamtiya rêxistinê” serlêdanê red kir û biryara dewama girtinê da.    Reyhanê got ew ê li dijî vê biryara redkirinê dîsa îtîraz bikin.