‘Gelo piştî ku ez mirim hûn ê dengê min bibhîsin?'

  • 13:53 11 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
WAN - M.P a ku ji ber tundiyê nêzî saleke doza hevberdanê vekiriye encamê nagire û bertekên xwe wiha anî ziman: "Piştî ku ez mirim hûn ê dengê min bibhîsin gelo?"
 
M.P, li Artêmeta Wanê dijî. M.P. 22 sal in bi şîdeta mêrê ku pê re zewicandî ve rûbirû dima. Salek beriya niha doza hevberdanê kir, lê heta îro encamek negirt. Îro 4'emîn danişîn li 2'yemîn Dadgeha Malbatê ya Edliya Wanê hat dîtin. Ji Platforma Jinan a Wanê, parêzer û her du alî tevlî danişînê bûn. Danişîn carek din hat taloqkirin. 
 
M.P derbarê tundiyê de dîmen û delîl radestî dadgehê kir. Dadgeh ji bo lêkolînê danişîn taloqê 4'ê Kanûnê kir. 
 
'Ez pir westiyam êdî'
 
Piştî taloqkirinê M.P li ber avahiya Edliyê bertekên xwe anî ziman û got: "Êdî bes e. Baweriya min bi edaletê nayê. Êdî dengê min bibhîsin. Piştî ku ez mirim hûn ê dengê min bibhîsin gelo? Bi salane ez zilmê dibînim û tundî li min tê kirin. Lê êrişkar bi rihetî derdikeve pêşberî dadger. Belê ez bawerim dê derbas bibe lê gelo piştî ku ez bêm kuştin derbas bibe. Mixabin kujer qaşo mamosteye û Midûriyeta Perwerdê yê Millî jî tiştek nake. Kesek tiştek nake. Îro baş rûyê min binêrin dibe ku sibê hûn agahiya mirina min bibhîsin. Êdî bes e û ez pir westiyam."