Hevserokên HDP'ê yên Îskendrûnê hatin berdan

  • 17:39 6 Îlon 2018
  • Hiqûq
HATAY - Hevserokên HDP’ê yên Îskenderûnê ku hatibûn binçavkirin, bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Îskenderûna Hatayê Muhsîne Taşan û Ahmet Çahan ên di operayona 4’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewkî edliyê hatin. Dozgerê îfadeya Muhsîne û Ahmet girt, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” sewkî dadgehê kir. Muhsîne û Ahmet piştî îfade dan dadgehê bi şertê “Konrola Edlî” hatin berdan.