Hevserokên HDP'ê yên Îskendrûnê hatin berdan 2018-09-06 17:39:03   HATAY - Hevserokên HDP’ê yên Îskenderûnê ku hatibûn binçavkirin, bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Îskenderûna Hatayê Muhsîne Taşan û Ahmet Çahan ên di operayona 4’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewkî edliyê hatin. Dozgerê îfadeya Muhsîne û Ahmet girt, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” sewkî dadgehê kir. Muhsîne û Ahmet piştî îfade dan dadgehê bi şertê “Konrola Edlî” hatin berdan.