Rûniştina yekem a îstismarkirina 115 zarokan hat dîtin

  • 14:34 3 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Derbarê îstismarkirina 115 zarokên ku du canî mabûn de doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a doza îstismarkirina 115 zarokan hat dîtin.
 
Derbarê îstimarkirina 155 zarokên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman ya li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a îstismarkirina 115 zarokan li 20'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Hekîmê Nexweşxaneyê A.A û Pisporê Xizmeta Civakî N.D jî beşdarî rûniştinê bû. 
 
A.A di rûniştinê de xwe parast û got:"Karê derbarê vê bûyerê de bi talîmata Wezareta Tenduristiyê hatiye kirin. Ez bê sûc im.
 
Piştre N.D jî axivî û got:"Ez ne berpirsiyarê vê bûyerê me. Ş.I.N yê ku ev bûyer derxist holê berpirsiyar e. 
 
Piştî parastinan dadgehê qedexeya derveyî welêt a A.A û N.D rakir û biryar da ku herdu bersûc dikarin beşdarî rûniştinê nebin. Her wiha dadgehê biryar da ku Ş.I.N ku ducanîhiştina 115 zarokan ragihandiye saziyên fermî divê bi zorê were dadgehê.