Rûniştina yekem a îstismarkirina 115 zarokan hat dîtin 2018-07-03 14:34:49   STENBOL - Derbarê îstismarkirina 115 zarokên ku du canî mabûn de doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a doza îstismarkirina 115 zarokan hat dîtin.   Derbarê îstimarkirina 155 zarokên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman ya li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a îstismarkirina 115 zarokan li 20'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Hekîmê Nexweşxaneyê A.A û Pisporê Xizmeta Civakî N.D jî beşdarî rûniştinê bû.    A.A di rûniştinê de xwe parast û got:"Karê derbarê vê bûyerê de bi talîmata Wezareta Tenduristiyê hatiye kirin. Ez bê sûc im.   Piştre N.D jî axivî û got:"Ez ne berpirsiyarê vê bûyerê me. Ş.I.N yê ku ev bûyer derxist holê berpirsiyar e.    Piştî parastinan dadgehê qedexeya derveyî welêt a A.A û N.D rakir û biryar da ku herdu bersûc dikarin beşdarî rûniştinê nebin. Her wiha dadgehê biryar da ku Ş.I.N ku ducanîhiştina 115 zarokan ragihandiye saziyên fermî divê bi zorê were dadgehê.