Daneşîna doza Seher Taşkin hat taloqkirin

  • 12:58 2 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
MÛŞ - Rojnameger Seher Taşkin a ku ev 6 meh in girtî ye, di daneşîna duyemîn a doza wê de heyeta dadgehê biryar da ku rewşa wê ya girtî berdewam bike û daneşîn taloq kir.
 
Daneşîna doza nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seher Taşkin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Seherê bê berdewam kirin û doz taloqî 12'ê Îlonê kir.