Daneşîna doza Seher Taşkin hat taloqkirin 2018-07-02 12:58:39   MÛŞ - Rojnameger Seher Taşkin a ku ev 6 meh in girtî ye, di daneşîna duyemîn a doza wê de heyeta dadgehê biryar da ku rewşa wê ya girtî berdewam bike û daneşîn taloq kir.   Daneşîna doza nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seher Taşkin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Seherê bê berdewam kirin û doz taloqî 12'ê Îlonê kir.