Ji bo Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle 15 sal ceza hat xwestin

  • 14:18 17 Gulan 2018
  • Hiqûq
AMED - Derbarê Hevseroka MEYA-DER a ku hat girtin, Ayşe Dîcle de bi îdiayên "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 6 salan heta 15 salî ceza hat xwestin. 
 
Komeleya Piştgirî û Alikariya bi Kesên Xizmê Xwe Winda Kirine ya Mezopatamyayê (MEYA-DER) bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin.  4'emîn rûniştina doza ku Ayşe Dîcle hatibû berdan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. 
 
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, faaliyetên siyasî û axaftinên Ayşe Dîcle, bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 6 salan heta 15 salî ceza hat xwestin. 
 
Rûniştin tarloqî 23'ê Cotmehê hat kirin.