Ji bo Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle 15 sal ceza hat xwestin 2018-05-17 14:18:00   AMED - Derbarê Hevseroka MEYA-DER a ku hat girtin, Ayşe Dîcle de bi îdiayên "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 6 salan heta 15 salî ceza hat xwestin.    Komeleya Piştgirî û Alikariya bi Kesên Xizmê Xwe Winda Kirine ya Mezopatamyayê (MEYA-DER) bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin.  4'emîn rûniştina doza ku Ayşe Dîcle hatibû berdan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.    Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, faaliyetên siyasî û axaftinên Ayşe Dîcle, bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 6 salan heta 15 salî ceza hat xwestin.    Rûniştin tarloqî 23'ê Cotmehê hat kirin.