Ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî 17 sal cezayê girtîgehê

  • 09:06 9 Gulan 2018
  • Hiqûq
 

AMED - Li Pasûr a Amedê mêrê bi navê Nîzameddîn E. zarokek îstîsmar kiribû û bi parastina cewherî a zarokê hatibû girtin. Nîzameddîn ku 17 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn berê jî li Çewlîkê ji ber bûyerek wisa re hatibû darizandin.
 
Li Pasûr a Amedê zaroka 17 salî ku di riya navbera gund û navçeyê de dimeşiya, ji aliyê mêrê bi navê Nîzameddîn E (38) ve hat sekinandin, li wesayîtê hat siwarkirin û îstîsmara zayendî lê kir. Zarokê parastina cewherî kir û Nîzameddîn E. nêzî  mala xwe ve bir û reviya.  Zaroka çû malê derbarê Nîzameddîn de gilî kir. Piştî vê Nîzameddîn hat binçavirin û  piştî îfadeyên şahidan hat girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Nîzameddîn de  ji sûcên ‘îstîsmara zayendî ya zarokê’ ‘kes ji huriyeta wê bêpar hiştin’ îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
Dadgehê bi giştî 17 sal ceza li gumanbar birî. Derket holê ku  Nîzameddîn di 2013’an de jî ji îstîsmara zayendî li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Çewlîkê hatiye darizandin.