Li dijî îstismara zayendî ya di nava malbatê de doza cemawerî hat vekirin

  • 09:09 8 Gulan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Qoser a Mêrdînê derket holê ku zarokê  bi navê A.T û 15 salî, xwişka xwe ya salekê jê biçûktir îstîsmar kiriye. Li malbata ku hewl da  bûyerê veşêre û gilî nekir, doza cemawerî hat vekirin.
 
Li Qoser a Mêrdînê derket holê ku zarokê  bi navê A.T û 15 salî, xwişka xwe ya salekê jê biçûktir îstîsmar kiriye. Li malbata ku hewl da  bûyerê veşêre û gilî nekir, doza cemawerî hat vekirin. Di îdianameya derbarê A.T de hatiye vekirin de hat diyarkirin ku îstîsmara zayendî bi salan berdewam kiriye û ev jî bi otobiyografiya ku zarokê li dibistanê nivîsiye derketiye holê. Piştî bûyer ji mamosteyê rehberê re hat vegotin şûnde pêvajoya dozê hat destpêkirin.
 
Di îdianameya derbarê A.T de hatiye amadekirin de  hat xwestin ku bi hinceta sûcê ‘ îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ bê darizandin. Di îdianameyê de îfadeyên zarokê, gumanbar û muştekiyan heye.  
 
Zaroka ji aliyê mamosteyê rehberê ve hat guhdarkirin diyar kir ku ji tirsa malbatê ji kesî re negotiye û  hevalên zarokê S.A, Î.B û B.O tiştên hatiye serê zarokê piştrast kir û xwişka zarokê S.T ya şahida bûyerê jî di îfadeya de her tişt red kir.
 
Di rapora Saziya Tipa Edlî ya Merdînê de hat gotin ku zarok rastî îstîsmarê hatiye. Tevî van  dê û bav got agahiya wan ji tiştekî wisa tuneye û gilî nekirin. Heyeta dadgehê daxwaz kir ku divê doza cemawerî bê vekirin û biryara darizandina girtî da.