Eren Keskîn: Derbarê min de 30 îdianameyên din jî hene

  • 15:57 7 Gulan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Hevseroka ÎHD'ê ya Giştî Parêzer Eren Keskîn bi hinceta ku bûye Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê derxistin dadgehê. Erenê anî ziman ku derbarê wê de 30 îdianame hatiye amadekirin û got:"Divê li vî welatî zagon bên guhertin. Ez naçim derveyî welat.". Rûnîştin tarloqî 9'ê Tîrmehê hat kirin. 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin. Doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku Huseyin Akyol, Reyhan Çapan, Filiz Koçali, parêzer Ayşe Batumlu, Parêzer Nuray Ozdogan, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Celalettin Can û Reyhan Hacioglu yên ku ji ber dozeke dinê girtîne, li 14'emîn Dadgeha Cezayê ya Giran didome. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecioglu, heyeten navneteweyî, Rojnameger Nadire Mater, Înan Kizilkaya û Ertugrul Mavioglu û gelek kesên din rûniştin şopandin. Eren Keskîn û parêzerê wê tenê beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Hat xwestin ku dosya bibin yek
 
Parêzer Ozcan Kiliç anî ziman ku Eren Keskîn ji nûçeyên ku wê nenivîsandiye berpirsiyar tê dîtin û got:"Jixwe li dadgehek din darizandinek bi vê mîna didome. Em dixwazin ku ev herdu dosya bibin yek û divê doz li 23'emîn Dadgeha Cezayê ya Giran bê dîtin. Her wiha Huseyin Aykol li Enqereyê dijî ew ji nûçeyên li Stenbolê ne berpirs e. Em ê ji bo Huseyin Aykol û Reyhan Çapan parastinek cuda bikin."
 
Piştre Erenê mafê axaftinê girt û got:"Ev 30 sal in ku ez parêzkara mafê mirovan im. Ez Seroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan im. Min bi salan azadiya îfadeyê parast û ez ê biparêzim. Ji ber ku Rojnameya Ozgur Gundemê her dem dihat girtin, xebatkarên wê dibûn qurbanê suîkastê, min xwest ku di sala 2013'an de navê min ji bo Gerînendeya Giştî ya Rojnameyê bê nivîsandin. Ez îro hîn bûm ku divê ez li ser 30 îdianameyan parastina xwe bikim. 12 sal cezayê min ê girtîgehê heye û 450 hezar jî cezayê pereyê li min hatiye birîn. Ev tiştekî derî aqil e. Ez dernakevim derveyî welat jî. Divê teqez ev zagonana bê guhertin. Ez demê dixwazim. Ez beşdarî beyanê parêzerên xwe jî dibim."
 
Tarloqî 9'ê Tîrmehê bû
 
Dadgehê daxwaza xwestina demê qebûl kir. Dadgehê daxwaza dosyayan a 'bila bibe yek' red kir û doz tarloqî 9'ê Tîrmehê kir.