Rûniştina jinên ku li dijî mahra miftutiyê derketin hat dîtin

  • 14:29 4 Gulan 2018
  • Hiqûq
ESKÎŞEHÎR - Li 44 jinan ji ber ku li dijî mahra muftitiyê derketin doz hatibû vekirin. Doza ku 44 jin dihatin darizandin tarloqî meha cotmehê hat kirin. 
 
1'emîn rûniştina doza ku li 44 endamên Platforma  Jinê ya Eskişehîrê vebûbû li Edliyaya Eskîşehîrê hat dîtin. Doza ku jin dihatin darizandin tarloqî cotmehê hat kirin. 
 
Ji bo her çalakiyên ku beşdar bûne li jinên endamên Platforma  Jinê ya Eskişehîrê 912 TL cezayê pereyan hat bîrin. Daxuyaniya flatformê wiha bû:"Em li yekemîn rûniştina 44 jinên li Eskîşehîrê li dijî mahra muhrê derketin kuça ne. Em ê ji rejîma muftu ya zihniyeta desthilatdariya mêr re bibêjin na! Em ê ji neyarên jinê re bibêjin na!"
 
Li Eskîşehîrê li 44 jinên ku li dijî mahra muftutiyê derketbûn lêpirsîna OHAL'ê hatibû destpêkirin. Jinan anîbûn ziman ku ew cezayên ku li wan hatine birîn nadin.