Bersûcên ku pitika 38 rojî îstîsmar kirin yek bi yek hatin şofandin

  • 12:30 3 Gulan 2018
  • Hiqûq
WAN - Dadgeha Îstînafê ya ku yek ji 3 bersûcên li dijî pitika 38 mehî îstîsmara zayendî kirin derbarê Y.G. de cezayê 15 sal ê girtiîgehê  xira kir û derbarê wî de biryara beraetê da , ji van bersûcan debarê dayika pitkê P.T. de jî cezayê heta bi hatayê ku hatibû dayîn xira kir û biryara beraetê da.
 
Daneşîna biryarê Doza bersûcên ku li Wanê li dijî pitika 38 rojî îstîsmara zayendî kirin û di encama derbkirinê de pitikê jiyana xwe ji dest da ku P.T., F.A. û Y.G. jê dihatin darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran  a Wanê di 22'yê çikeya 2017'an de hatibû dîtin. Di biryara heyeta dadgehê de ji bersûc F.A. re ji "sûcê îstîsmara zayendî" 15 sal,  derbarê P.T. de cezayê heta bi hetayê û derbarê Y.G. de jî 15 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. 
 
Piştî biryarê parêzerê bersucan ê Y.G.  û yê dayika pitkê P.T.  doz biribû dadgeha îstînafê. Di doza ku ji nû de li Dadgeha Herêma Erziromê ya Îstînahê hat dîtin de  ji bersûcan F.A. de biryar hat dayîn ku bi cezayê heta bi hetayê bê darizandin û ji bo bersûc Y.G. ku 15 sal cezyê girtîgehê hatibû birîn  û  dayik  P.T. ya bi cezayê hetabihetayê hatibû cezkirin de jî biryara beraetê hat dayîn.
 
Dadgehê biryara xwe sipart hinceta ku delîl kêmin û bi şertê ku rêya temîzê vekirî ye  doz şand dadgeha xwecihî.