Wê Dîlaraya ku xwe parast wê bi cezayê heta hetayê bê darizandin

  • 13:29 2 Gulan 2018
  • Hiqûq
BURSA - Derbarê Dîlara K. ya ku xwe ji Kemal K. yê ew û dayika wê îşkence dikrin parast û di encama vê parastinê de Kemal K. hat kuştin de bi daxwaza cezayê heta bi hatayê doz hat vekirin. 
 
Dîlara K. ya li navçeya Mustafakemalpaşa dijiya sala borî bavê xwe yê bi navê Kemal K. li wê û dayika wê Guçîn K. îşkence dikir ji bo ku xwe û dayika xwe biparêze kuştibû.  Dîlek K. piştre û emniyetê û di îfadeya ku da de diyar kir ku ji aliyê Kemal K.  ve bi tacîzê re rûbirû maye. Herwiha Dîlara diyar kir ku Kemal K. her roj dayika wê jî bi kuştinê tehdît dikr.
 
Gulîn K. û Dîlek K. piştî ku hatin binçavkirin hatin girtin.
 
Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Bursayê ve derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.  Dîlek K. û Dayka wê Gulçîn K. ku bi îdiaya "Bi zanebûn mirov kuştine" tên darizandin derbarê wan de bi daxwaza cezayê heta bi hetayê doz hat vekirin. 
 
Doza ku derbarê Dîlara û dayika wê de hatiye vekirin wê di rojên pêşiya me de bê dîtin.