Di newekheviya zayendî de israr: Divê rola darazê bê nîqaşkirin

  • 09:01 2 Gulan 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku ji bo  beramberê  zayendperest ên hinek gotinên di ferhenga TDK’ê de bê derketin daxwaz hatibû kirin û derbarê daxwazê de 6 mehan bi navberê du biryarên dadgehê hene û yek erênî, yek neyînî ye. Sevînç diyar kir ku divê her du biryar bên hember hev û divê rola darazê ya di avakirina wekheviya zayendî de bê nîqaşkirin.
 
Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê (îstînaf),  biryara ku  6’emîn Dadgeha îdarî ya Enqereyê, ji bo Saziya Ziman a Tirk gotinên weke ‘ musaît, esnaf, yollu,  kîrlî, serbest, kotuleşkmez, boyali, oynak, taze’ ji fergenga Tirkî derbixe, dabû, da sekinandin. Dadgeha îstînafê di biryara rawestandinê de got li ber çavan hatiye girtin ku ev gotin di nav gel de argo tên bikaranîn.
 
Parêzer Sevînç Hocaogullari ku pêvajoya hiqûqî şopandibû derbarê biryarê de nirxandin kir. 
 
Sevînçê diyar kir ku derbarê ku ev gotin ji fergenga TDK’ê derbikeve de di 6 mehan de du biryar hatine dayîn û yek erênî, yek jî neyînî ye. Sevînçê  da zanîn ku biryara 6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê ya bi nêrîna wekheviya zayendî daye û biryara Dadgeha Îdarî ya 18’emîn a Enqereyê ya newekheviya zayendî diparêze bê nîqaşkirin.
 
Sevînçê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn 6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqreyê ji bo berpirsyariya wekheviya mêr û jin di alî peymana navneteweyî û destûra bingehîn de nirxandiye û got: “Dewlet ji bo mafên wekhev ên jin û mêr berpirs e ku tedbîr û sererastkirnan bike. Lê dewletê biryara betalkirina mijara dozê daye. Lê Saziya Ziman a Tirk  têkoşîn û daxwazên jinan piştguh kiriye û li dijî biryara dadgehê daye serî li îstînafê daye.”
 
Sevînçê di dawiya axaftina xwe de got divê li beramberê gotinên mêr û jin ên di ferhengê de bên mêzekirin û di esasa newekheviya zayendî de bê mêzekirin.