Dadgeha Îstînafê sûcê îstîsmara zayendî xira kir: Bersûc hat tahliyekirin!

  • 12:57 1 Gulan 2018
  • Hiqûq
WAN - Ji 3 bersûcên ku berî bi 2 salan li dijî pitia 38 rojî îstîsmara zayendî kiribûn û bûn sedem ku pitik jiyana xwe ji dest bide Y.G.yê ku derbarê wî de 15 sal ceza hatibû birîn cezayê wî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xirakirin û bersûc hat tahliyekirin.
 
Li Wanê di 2016'an de pitika 38 rojî bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatibû hiştitin û hatibû derbkirin. Pitika ku bi îstîsamar û derbikirinê re rûbirû hat hişitin jiyana xwe ji dest da. Doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin daneşîna wê ya biryarê di 22'yê kanûna 2017'an de hatibû dîtin. Di daneşîna ku li 1'emîn Dadgeha Cezyê Giran a Wanê hat dîtin de dayika ku bû sedema pitik jiyana xwe ji dest bide P.T., F.A. û Y.G. hatin cezakirin û ji bo F.A. ji sûcê îstîsmara zayendî 15 sal, ji bo P.T. Cezayê hata bi hetayê, ji bo Y.G.  15 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn. 
 
Piştî ku biryar hat aşkerakirin parêzerê yek ji kesê bersûc Y.G. doz bir dadgeha Îstînafê . Di doza ku li Dadgeha Edliyeyeyê ya Herêma Erziromê ji nû ve hat dîtin de cezayê 15 sal ê girtîgehê ku derbarê Y.G. de hatibû dayîn hat xirakirin û Y.G. hat tahliyekirin.