Gultena bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan

  • 16:46 19 Gulan 2022
  • Hiqûq
AMED - Gulten Farisogullari ya bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 12'ê Gulanê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 4 kes binçav kiribûn. Gulten Farisogullari ya hatibû binçavkirin tevî nexweş jî bû dema binçavkirina wê hat dirêjkirin. Hatibû hînbûn ku polîsan zext lê dikirin û digotin wer ber deriyê HDP'ê. 
 
Gulten Farisogullari ya bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan.