Li Sûrê jinek hat qetilkirin

  • 17:38 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Li navçeya Sûrê Çawişê Pispor Mûhammed Recaî Işik, jina pê re zewicîbû, Bedriye Işıkê qetil kir.
 
Li navçeya Sûrê Amedê Çawişê Pispor Mûhammed Recaî Işik Bedriye Işık a pê re zewicîbû qetil kir. Recaî Işık piştî bûyerê xwe kuşt. Li gel agahîdayîna welatiyan, tîmên tenduristî û polîsan sewqî herêmê hatin kirin.
 
Li cihê bûyer lê qewimiye lêkolîn berdewam dike.