Gultena bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan 2022-05-19 16:46:32   AMED - Gulten Farisogullari ya bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 12'ê Gulanê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 4 kes binçav kiribûn. Gulten Farisogullari ya hatibû binçavkirin tevî nexweş jî bû dema binçavkirina wê hat dirêjkirin. Hatibû hînbûn ku polîsan zext lê dikirin û digotin wer ber deriyê HDP'ê.    Gulten Farisogullari ya bi nexweşiya dil bi şertê kontrola edlî hat berdan.