Di danişîna ewil de ji Nurcan Yalçin re ceza hatibû xwestin

  • 13:58 17 Gulan 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Rojnameger Nurcan Yalçin a ku bi îdaya "Bi zanebûn û bi îradeya xwe alîkariya rêxistinê kiriye" di daneşîna doza wê ya ewil de jê re ceza hat xwestin.  
 
Li Nurcan Yalçin a ku ji ber nûçeyên beriya qedexeya derketina kolanan li Sûra Amedê çêkirin bi îdaya "endama rêxistinê ye " doza hatibû vekirin. Daneşîna ewil a dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li daneşînê Nurcan û parêzerê xwe amade bûn.
 
'Nûçe li ser malpera nûçeyan hat weşandin'
 
Nurcan diyar kir ku dema dîmenên wê hatine kişandin li JINHA'yê nûçegîhanî dikir û bi vê armancê çûye Sûrê. Nurcan, da zanîn ku wê demê hemû rojnameger diçûn wir ti qedexe tunebû, Nurcan, anî ziman ku ev nûçe di malperên nûçeyan de hatine weşandin û da zanîn ku ew nizanin dîmen ji aliyê kêve û çawa hatiye kişandin. 
 
Parêzer Resûl Temûr dîmenê nûçeya ku hatiye çêkirin pêşkêşî dadgehê kir û got ku dîmenê ku di dosyayê de cih digrie ji du beşan pêk tê, muwekîla wî li ajanseke ku nûçeyên jinan çêdike dixebite û beşa dîmen a duemîn ne aîdê mûwekîla wî ye. 
 
Dozger ceza xwest 
 
Makamê îdayê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku bi îdaya Nûrcan "Bi zanebûn piştgirî daye rêxistinê" bê cezakirin. 
 
Parêzer piştî pêşkêşkirina mutalayê ji bo parastinê dem xwest.
 
Dadgehê daxwaza parêzer a demê qebûl kir û daneşîn taloqî 5'ê Tîrmehê kir.