Di danişîna ewil de ji Nurcan Yalçin re ceza hatibû xwestin 2022-05-17 13:58:48     AMED - Rojnameger Nurcan Yalçin a ku bi îdaya "Bi zanebûn û bi îradeya xwe alîkariya rêxistinê kiriye" di daneşîna doza wê ya ewil de jê re ceza hat xwestin.     Li Nurcan Yalçin a ku ji ber nûçeyên beriya qedexeya derketina kolanan li Sûra Amedê çêkirin bi îdaya "endama rêxistinê ye " doza hatibû vekirin. Daneşîna ewil a dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li daneşînê Nurcan û parêzerê xwe amade bûn.   'Nûçe li ser malpera nûçeyan hat weşandin'   Nurcan diyar kir ku dema dîmenên wê hatine kişandin li JINHA'yê nûçegîhanî dikir û bi vê armancê çûye Sûrê. Nurcan, da zanîn ku wê demê hemû rojnameger diçûn wir ti qedexe tunebû, Nurcan, anî ziman ku ev nûçe di malperên nûçeyan de hatine weşandin û da zanîn ku ew nizanin dîmen ji aliyê kêve û çawa hatiye kişandin.    Parêzer Resûl Temûr dîmenê nûçeya ku hatiye çêkirin pêşkêşî dadgehê kir û got ku dîmenê ku di dosyayê de cih digrie ji du beşan pêk tê, muwekîla wî li ajanseke ku nûçeyên jinan çêdike dixebite û beşa dîmen a duemîn ne aîdê mûwekîla wî ye.    Dozger ceza xwest    Makamê îdayê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku bi îdaya Nûrcan "Bi zanebûn piştgirî daye rêxistinê" bê cezakirin.    Parêzer piştî pêşkêşkirina mutalayê ji bo parastinê dem xwest.   Dadgehê daxwaza parêzer a demê qebûl kir û daneşîn taloqî 5'ê Tîrmehê kir.