Zîlan Ozçan ji doza parvekirina nîgarê jinên Zapatîsta beraet kir

  • 14:07 25 Adar 2022
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Zîlan Ozçan ji doza parvekirina nîgarê jinên Zapatîsta beraet kir.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Zîlan Ozçan de ji ber nîgara temsîla jinên şoreşger ên Zapatîsta û wêneyê jina êzdî ya li dijî DAIŞ’ê şer dike li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kiribû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz vekiribû. Danişîna ewil a doza Zîlan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Zîlan û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. 
 
Zîlan parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wan wêneyan nabin sûc û xwest bê beraetkirin. 
 
Parêzer jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî were beraetkirin.
 
Dozger xwest Zîlan were cezakirin. Dadgehê diyar kir ku parvekirinên Zîlan li dijî qanûnan ne sûc e û biryara beraetê da.