Zîlan Ozçan ji doza parvekirina nîgarê jinên Zapatîsta beraet kir 2022-03-25 14:07:35     MÊRDÎN - Zîlan Ozçan ji doza parvekirina nîgarê jinên Zapatîsta beraet kir.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Zîlan Ozçan de ji ber nîgara temsîla jinên şoreşger ên Zapatîsta û wêneyê jina êzdî ya li dijî DAIŞ’ê şer dike li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kiribû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz vekiribû. Danişîna ewil a doza Zîlan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Zîlan û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.    Zîlan parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wan wêneyan nabin sûc û xwest bê beraetkirin.    Parêzer jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî were beraetkirin.   Dozger xwest Zîlan were cezakirin. Dadgehê diyar kir ku parvekirinên Zîlan li dijî qanûnan ne sûc e û biryara beraetê da.