Danişîna doza Adalet Kaya hat taloqkirin

  • 11:53 7 Adar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza Adalet Kaya a seroka Komeleya Jinan a Rosayê taloqê 22'yê hezîranê hat kirin. 
 
Derbarê seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya de bi hinceta ku xebatên komeleyê meşandiye doz hatibû vekirin. Hemû dozên wê kirin yek. Danişîna doza 4'emîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 11'emîn a Amedê hat dîtin. Adaleta ku tevlî danişînê nebû parêzera wê Gazal Bayram Koluman tevlî danişînê bû. 
 
Di danişîna îro de şandeya dadgehê daxwaza parêzaran a lêkolînkirina dosyayê qebûl kir û danişînê taloqê 22'yê hezîranê kir.