Danişîna doza Adalet Kaya hat taloqkirin 2022-03-07 11:53:14     AMED - Danişîna doza Adalet Kaya a seroka Komeleya Jinan a Rosayê taloqê 22'yê hezîranê hat kirin.    Derbarê seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya de bi hinceta ku xebatên komeleyê meşandiye doz hatibû vekirin. Hemû dozên wê kirin yek. Danişîna doza 4'emîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 11'emîn a Amedê hat dîtin. Adaleta ku tevlî danişînê nebû parêzera wê Gazal Bayram Koluman tevlî danişînê bû.    Di danişîna îro de şandeya dadgehê daxwaza parêzaran a lêkolînkirina dosyayê qebûl kir û danişînê taloqê 22'yê hezîranê kir.