Ji Rojnameger Rabîa Onver re li sûc geriyan

  • 11:04 2 Adar 2022
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - Di lêpirsîna ku ji bo Rojnameger Rabîa Onver ji ber parvekirinên wê yên li ser medya dijîtal hat destpêkirin de jê re li sûcekî geriyan ku pê wê sûcdar bikin.
 
Derbarê nûçegîhana me Rabîa Onver de ji ber parvekrinên wê yên li ser medya dijîtal lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser lêpirsîna ku hat destpêkirin Rabîa çû li Muduriyeta Polîsan a Geverê îfade da.
 
Parvekirina Komkujiya Roboskê sûc hat nîşandan
 
Polîsan ji Rabîayê pirsa Komkujiya Parîsê ku di encamê de 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin û ya Roboskê ku parve kiribû kirin. Herwiha polîsan bi hinceta ku Rabîayê bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatiye qetilkirin parvekiriye jê re li sûc geriyan.   
 
Rabîa bersiva pirsên jê hatin pirsîn di çarçoveya karê xwe yê rojnamegeriyê de da. 
 
Parêzera Rabîayê Harîka Gunay, diyar kir ku delîlên polîsan kom kirine li dijî hiqûqê ne û bi vî rengî sucdarkirin ne pêkan e.