Dê di doza komkujiya 5'ê Hezîranê de mutala bê amadekirin

  • 14:36 1 Adar 2022
  • Hiqûq
AMED - Di doza komkujiya 5'ê Hezîranê ya li ser xerakirina biryarê ji nû ve hat dîtin de dadgehê ji bo amadekirina mutalayê dosya şand dozgeriyê. 
 
Orhan Gonder ê DAIŞ’î di 5’ê Hezîrana 2015’an de li dijî mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Qada Îstasyona Amedê êrişa bombeyî pêk anîbû. Derbarê 14 polîsên ku “wezîfeya xwe binpê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Ji 14 polîsan tenê cezayê hepsê yê 2 meh û nîv li 4 polîsan hatibû birîn. Dadgeha bilindtirîn ceza xera kir û doz ji nû ve tê lidarxistin. Doza ji nû ve li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê diyar kiribû ku polîs ne berpirsiyarên vê bûyerê ne û berpirsiyariya komkujiyê xistibû stûyê şaredariyê. 
 
Polîs beşdarî danişînê nebûn. Ji mexdûrên qetlîamê Ahmet Kurul, Şaban Arslan, Hayati Kurul, Mehmet Ozcan û Sabahattî Bekçî beşdarî danişînê bûn. Parêzerên aliyan û parêzerê HDP’ê Mehmet Oner di danişînê de amade bûn. 
  
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP’ê ji bo dozê bişopînin hatin edliyê. Serokê dadgehê ferman da ku kesên dozê dişopînin û rojnamevanan hilnedin eywana danişînê. Serokê dadgehê ewilî mafê axaftinê da miştekiyan. Miştekiyan xwest bersûc werin cezakirin. 
  
Parêzerên miştekiyan jî axivîn û xwestin bersûc di danişînê de werin amadekirin û di dosyeyê de mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Parêzeran got dadgeh li dijî hiqûqê tevgeriyaye û biryar daye. 
  
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî biryara xerakirina dozê rexne kir û got, “nayê qebûlkirin.” Nahît destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê dewlet mafê jiyanê biparêze. 
  
Ji miştekiyan Mehmet Ozcan jî anî ziman ku êrişkarê terorîst bombeyê di dezgahê xwe de bicih kiriye û ew fêm nakin çima şaredarî tê tawanbarkirin.
 
Piştî ku beyanên parêzerên miştekiyan jî hat girtin dadgehê biryar da ku dosyeya dozê ji bo mutalayê bişînin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Her wiha dadgehê beşdariya miştekiyan û parêzeran ku dozek berê biryara beşdariya wan hatibû dayîn, rakir û qedexe kir. Dadgehê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.