1'emîn danişîna doza Dayikên Aştiyê hat dîtin

  • 12:51 24 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - 1'emîn danişîna doza 11 Dayikên Aştiyê yên ku ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê daxuyanî dabûn û 2 rojnamegerên ku daxuyanî şopandibûn, hat dîtin. Heyeta dadgehê ji bo lêkolînkirina dîmenan a roja daxuyaniyê danişînê taloqê 28'ê hezîranê kir. 
 
Di navbera salên 2018'ê û 2019'an de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê, 11 Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyê bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan a ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatî destpêkirin. Derbarê 11 dayik û rojnameger Îrfan Tuncçelîk û Umît Turhan Coşkun de bi hinceta "Alîkariya rêxistinê kirine" doz hat vekirin. Danîşîna doza yekem li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. 
 
11 dayik û her du rojnameger bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn. Ji bo piştevaniyê jî parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum tevlî danişînê bû. 
 
Bi hinceta kovîdê dayik kom bi kom girtin salona danişînê û her wiha nehiştin rojnameger danişînê bişopînin. Çend li dijî biryara heyeta dadgehê nerazîbûn hat nîşandan jî dîsa rojnameger nekarin danişînê bişopînin. 
 
Piştî axaftina Dayikên Aştiyê, parêzer dest bi parastinê kir. 
 
Polîsên ku wek şahîd hatî nîşandan dan, di danişînê de da zanîn ku roja bûyerê nayê bîra wan. 
 
Heyeta dadgehê biryara qedexeya derketina li derveyî welat rakir û ji bo lêkolînkirina dîmenên roja bûyerê jî danişîn taloqî 28'ê hezîranê kir.