Ji bo peyva 'Kurdistanê' derbarê Leyla Guven de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:31 23 Sibat 2022
  • Hiqûq
AMED - Ji bo gotina "Kurdistanê" ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê derheqê Leylayê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîn bi dawî bûye û biryara dozvenekirinê hatiye dayîn. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, di 20'ê mijdara sala 2020'î de beşdarî bernameyeke zindî ya li Çewlikê bûbû. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê jî bi hinceta bi kar anîna peyva "Kurdistanê", derbarê Leylayê de lêpirsîn daye destpêkirin. 
 
Di bernameyê de Leylayê wiha dibêje: "Ez hatim Çewlikê. Sibehê jî civîna me ya bi gel re heye. Belê, ev civînên me yên bi gel re, bi rojane berdewam in. Her wiha li Kurdistanê em gelek xebatan dimeşînin, bi gel re dicivin. Em, ji bo ku silavekî bidin xelkê Çewlikê hatin vêderê." 
 
Ji ber van gotinên Leylayê, serdozgeriyê bi îdiayên "propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn dabû destpêkirin û Leylayê  îfade dabû. Di îfadeya xwe de Leylayê destnîşan kir ku peyva "Kurdistanê" di wateya herêmê de bi kar aniye. 
 
Serdozgeriyê lêpirsîna xwe qedand û diyar kir ku peyva "Kurdistanê" ber sûcê "propagandaya rêxistinê" nakeve û biryara dozvenekirinê da.