Ji bo avakara Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin ceza hat xwestin

  • 09:49 23 Sibat 2022
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina yek ji avakara Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin de "Ji endamtiya rêxistinê" ceza hat xwestin.
 
5'emîn rûniştina doza yek ji avakara Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin a bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de Fatma û parêzerê wê Şeyhmus Bayhan amade bûn.
 
Meqama îddiyê bi mutalaya ku pêşkêş kir bi hinceta "Endama rêxistinê ye" ji bo Fatmayê ceza xwest. 
 
Parêzer Şeyhmus Bayhan jî diyar kir ku ew ê nikaribin di vê merhaleyê de parastinê bikin û ji bo celseya dê bê dem xwest. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û rûniştin taloqî 13'ê Gulanê kir.