Parêzer Seher Erîş: Em ê her tim Ebru Tîmtîk bi bîr bînin

  • 09:10 23 Sibat 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de parêzer Ebru Tîmtîk ku jiyana xwe ji destdabû hat bibîranîn. Der barê sê parêzeran de ku bi hinceta Ebru Tîmtîk bibîr anîne lêpirsîn hat vekirin. Yek ji van kesên ku lêpirsîn derbarê wê de hat vekirin jî Seher Erîş bû. Seherê der barê mijarê de wiha got: “Çawa di pêvajoya darizandina Ebruyê de siyasî nêz bûn, niha jî dixazin têkoşîna edeletê ya Ebruyê bidin jibîrkirin.”
 
20 parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) bûn bi hinceta îfadeyên şahidên veşarî di 12’ê îlona 2017’an de hatin binçavkirin û girtin. Di nav de parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal jî hebû 17 kes hatibûn girtin. Di vê dozê de li Ebru Tîmtîk bi îdiaya endamtiya rêxistinê 13 sal û 6 meh ceza hat birîn. Ebru bi armanca darizandina adîlane di 2’ê Çileyê 2020’an de ket greva birçîbûnê. Ebruyê ku çalakî veguhert rojiya mirinê, tevî rapora ATK’ê ya nikare girtî bimîne jî nehat tahliyekirin û di roj a238’an a çalakiya xwe de li nexweşxana Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê di 27’ê tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Li bîranînê lêpirsîn hat vekirin
 
Sala borî di Lijneya Baroya Stenbolê de di 16-17’ê cotmehê de  parêzer Sezîn Uçar, parêzer Firat Epozdemîr û parêzer Seher Erîş bi daxwaza edeletê tevlî bîranîna parêzer Ebru Tîmtîk bûn û der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.Seher Erîş der barê mijarê de axivî. 
 
Seherê diyar kir ku ji ber Ebru bibîr anîne der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û çar meh şûnde ev teblîgat ji wan re hatiye kirin û nizanin ku ji kîjan sûcdariyan ev lêpirsîn hatiye vekirin. Seherê wiha dirêjî dayê: “Li gorî me tiştekî sûc diafrîne tune. Lê ew dixwazin sûc biafirînin. Me hevpîşeyên xwe bibîr anîn. Em bi vî awayî kirin mijara lêpirsînê. Em vê qebûl nakin. Wê nikaribin sûc biafrînin. Ebru Tîmtîk bi daxwaza darizandinek adîlane ket grevê û di roja 238’an de jiyana xwe ji dset da. Got edelet û jiyana xwe ji dest da.Em ê wê her tim bibîr bînin.”
 
‘Dixwazin em bêdeng bin’
 
Seherê wiha bi lêv kir: “Ebru di 2015’an de bi dosyayên vala hat darizandin û nehiştin parêzeriyê bikin. Ebru û hevalên me yên din parêzeriya karkerên Somayê, Berkîn Elvan dikin. Dadgehê dixwest parêzeriya şoreşger bidarizîne. Ebru û hevalên me dixwestin adîlane bên darizandin. Lê dewlet dixwaze em bêdeng bin û tu tiştekî nekin. Lê em ê ji bo cîhanek adîlane li  ber xwe bidin.”
 
Polîsan bi dîzî kişandin
 
 Seherê destnîşan kir ku roja Lijneya Giştî pêk hatiye polîsên sivîl bi dizî dîmen kişandine û wiha pê de çû: “Di lijneya giştî de li dawiyê polîsê sivîl kamera xistibû nav çeketê xwe û bi dizî qeyd dikir. Ev li dijî hiqûqiyê ye û me bertek nîşan da. Tevî ku daxwaza serokê baroyê Birêz Mehmet Durakoglu tunebû jî ew hatibûn salonê.Polîsan li wir li ber her kesî got ‘Peywirdarkirina me tune, amîrê me xwest em hatin.’ Me ev jî kirin girtekan. Lê wan dosyayek lêpirsînê danîn ber me.Dixwazin ku têkoşîna edeletê bi me bidin jibîrkirin.”
 
‘Ev ne sûc e’
 
Seherê wiha dawî lê anî: “Der barê polîsê ku dîmen girt de em nizanin ku hewldanek Baroya Stenbolê heye an na. Polîsên sivîl çawa hatine Lijneya Giştî em wê jî nizanin û agahiyek nedan me. Gelo wê Baroya Stenbolê bêdeng bimîne. Ez û hevalên xwe em ê îfadeyê bidin dozgeriyê. Ev lêpirsîn lîstike. Bibîranîna Ebruyê ne sûce. Di hiqûqê de beramberê vê tune. Li dijî parêzerên şoreşger, demokrat û welatpêzar pratîkek êrîşê heye.”