Parêzer Funda Ekîn: Sûcên li dijî jinan divê cuda bên destgirtin

  • 09:07 23 Sibat 2022
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Funda Ekîn polîtîka bêcezahiştinê ya di dozên kuştina jinan de tê bikaranîn nirxand û got sûcên li dijî jinan newekheviya zayendî jî dihewîne û divê di kategoriyek cuda de bê destgirtin.
 
Di dozên kuştinên jinan de ji aliyê dadgehê ve ji bo gumanbaran bi hinceta ‘rewşa baş’, ‘tahrîka neheq’, ‘poşmansî’ ceza tên daxistin û ev jî ji şîdeta mêr re zemînê av dike. Jin bi salane li dijî darazê li her derê têdikoşin. Parêzer Funda Ekîn polîtîka bêcezahiştinê ya darazê nirxand.
 
Fundayê diyar kir ku li gorî pergala înfazê,daxistina rewşa baş,  dibe sedema kêmkirina cezayan û di sûcên li hember jinan de bêcezabûn dertên holê û wiha got: “Ev daxistin divê di sûcên li hember mafê jinan de, neyê bikaranîn. Di dosyayê de dertê holê ku wî merî bi dehan carî şîdet kiriye,bi salan ev kiriye û gelek caran jin tehdîd kiriye.Yanî wê demê poşmanî di nbin rayeya dadger de ye. Bila ev ceza neyên kêmkirin, bila giran bin ku pêşî li van sûcan bên girtin.”
 
 ‘Beyî bişêwirin tên kirin’
 
Fundayê daxuyakirin ku yek ji nêzîkatiyên bipirsgirêk yên hikûmetê ev e ku qanûn bi biryarnameyên hukmên qanûnê tên guhertin û ev tişt anî ziman: “Ger tiştekî baş dixwazin bikin bila bi muxatabên xw re bişêwirin. Lê pê naşêwirin. Ji hiqûqnas, saziyên civaka sivîl, baroyan fikr nayên girtin. Qanûn ne tiştên ku rojane tên derxistinê ne. Divê li gorî rêbazan bê nivîsin. Divê jinûve neyên guhertin.”
 
‘Divê di kategoriyek cuda de bê nirxandin’ 
 
Fundayê destnîşan kir ku divê di qanûna ceza de sûcên li hember jinan di bin sernavekî cuda de bên destgirtin û wek sucekî cuda bê venasîn, tedbîrên gran der barê vê de bên girtin û di qanûna înfazê de bên destgirtin. Fundayê ev tişt diyar kir: “Yanî em îro mêrên ku jinan dikujin ji sûcê kuştina kes didarizînin. Lê di navberê de şîdeteke ji newekheviya zayendî pêk tê heye. Der barê vê de divê nirxandinek taybet hebe. Dadger li gorî rayeya xwe dikare ceza girantir bike. Yan jî hinek daxistinan bike. Lê ev daxistin ji bo başiya mêran tê kirin. Gumanbar ji van daxistinan fêdeyê digire.”