Derheqê Leyla Guven de îddianemeyeke din hat amadekirin

  • 10:56 9 Sibat 2022
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hat hînbûn ku îddianameyeke nû hatiye amadekirin. Parêzera Leylayê da zanîn ku agahiyên derbarê naveroka iddianameyê de tune ne û derbarê vê de daxwaza demê kir.  
 
2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi îddiaya "Propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leylayê ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê Leylayê Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû. 
 
Leylayê da zanîn ku kurmanciya hatiye tercumekirin kêm û şaş hatiye tercumekirin û got derbarê wê de îddianemeyeke nû hatiye amadekirin. 
 
Parêzer Serdar Çelebî, ji bo parastinê dem xwest û xwest daxwazên Leylayê bên qebûlkirin. 
 
Meqama îddianameyê xwest hisûsên kêm bên temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku qeydên deng, CD û dîmenên medyaya dîjîtal û iddianameya nû hatiye amadekirin ji Leylayê re bên şandin û daxwaza dayina demê qebûl kir. Daxwaza reddi hakim a Serdar a di celseya din de hat redkirin. 
 
Dadgehê rûniştin taloqî 11'ê Nîsanê kir.