Derheqê Leyla Guven de îddianemeyeke din hat amadekirin 2022-02-09 10:56:36   AMED - Di rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hat hînbûn ku îddianameyeke nû hatiye amadekirin. Parêzera Leylayê da zanîn ku agahiyên derbarê naveroka iddianameyê de tune ne û derbarê vê de daxwaza demê kir.     2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi îddiaya "Propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leylayê ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê Leylayê Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû.    Leylayê da zanîn ku kurmanciya hatiye tercumekirin kêm û şaş hatiye tercumekirin û got derbarê wê de îddianemeyeke nû hatiye amadekirin.    Parêzer Serdar Çelebî, ji bo parastinê dem xwest û xwest daxwazên Leylayê bên qebûlkirin.    Meqama îddianameyê xwest hisûsên kêm bên temamkirin.    Heyeta dadgehê biryar da ku qeydên deng, CD û dîmenên medyaya dîjîtal û iddianameya nû hatiye amadekirin ji Leylayê re bên şandin û daxwaza dayina demê qebûl kir. Daxwaza reddi hakim a Serdar a di celseya din de hat redkirin.    Dadgehê rûniştin taloqî 11'ê Nîsanê kir.