Daneşîna doza Hulya Alokmen û Zeyyad Ceylan hat taloqkirin

  • 11:41 20 Çile 2022
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna doza ku Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan ên HDP'yî jê tên darizandin hat taloqkirin. 
 
Daneşîna Doza ku Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Niha Zeyyat Ceylan bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kirine" jê tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin .Hulya û Zeyyat tevli daneşînê nebûn lê parêzerên wan Şehmûs Bayhan û Berdan Acun li daneşînê amade bûn. 
 
'Piştî lêkolînê em ê parastinê bikin'
 
Parêzerê  Hulya Şehmus Bayhan û yê Zeyyad Berdan Acun, ên ku axivîn diyar kirin ku ew ê belgeyên hatine lêkolîn bikin û pişter parastina xwe bikin.
 
Dadgehê bi hinceta ku divê eqûbeta muzakkereyên derbarê Zeyyat de şandine 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê pirsîn û kêmasiyên heyî bên temamkirin  daneşîn taloqî 21'ê Nîsanê kir.