Daneşîna doza Hulya Alokmen û Zeyyad Ceylan hat taloqkirin 2022-01-20 11:41:38   AMED - Daneşîna doza ku Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan ên HDP'yî jê tên darizandin hat taloqkirin.    Daneşîna Doza ku Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Niha Zeyyat Ceylan bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kirine" jê tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin .Hulya û Zeyyat tevli daneşînê nebûn lê parêzerên wan Şehmûs Bayhan û Berdan Acun li daneşînê amade bûn.    'Piştî lêkolînê em ê parastinê bikin'   Parêzerê  Hulya Şehmus Bayhan û yê Zeyyad Berdan Acun, ên ku axivîn diyar kirin ku ew ê belgeyên hatine lêkolîn bikin û pişter parastina xwe bikin.   Dadgehê bi hinceta ku divê eqûbeta muzakkereyên derbarê Zeyyat de şandine 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê pirsîn û kêmasiyên heyî bên temamkirin  daneşîn taloqî 21'ê Nîsanê kir.