Gotina Leyla Guven a 'Kurdistan' bû hinceta cezayê girtîgehê

  • 09:19 9 Kanûn 2021
  • Hiqûq
COLEMÊRG - Gotina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 'Kurdistan' a di axaftineke xwe ya li Colemêrgê anîbû ziman bû hinceta cezayê girtîgehê yê 5 salan. 
 
Ji ber gotina "Birêz Ocalan" û gotina "Kurdistan" Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" hat darizandin û ji bo wê 5 sal ceza hat birîn. 
 
Dadgehê hinceta cezayê 5 salan ê li Leylayê birî eşkere kir. 
 
Hincet 'Kurdistan' û 'Rêber' e 
 
Di hincetê de hat gotin ji ber Leylayê gotina "Kurdistan" kiriye û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wekî "Rêberê me" behs kiriye rêbazên tundî û gefê rewa kiriye. Her wiha hat gotin loma Leylayê sûcê "Propagandaya rêxistinê" kiriye.