Doza Çapemeniyê ya KCK'ê hat taloqkirin

  • 11:48 23 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL - "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin hat taloqkirin. 
 
23'yemîn rûniştina "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Rojnamegerên tên darizandin beşdarî rûniştinê nebûn. Hinek parêzer amade bûn hinekan jî mazereta xwe anîn ziman û beşdar nebûn. 
 
Meqama îddiayê û parêzeran daxwaza temamkirina hisûsên kêm kirin. 
 
Heyeta dadgehê mazeretên parêzeran qebûl kir û doz taloqî 22'yê Sibatê kir.