Doza Çapemeniyê ya KCK'ê hat taloqkirin 2021-11-23 11:48:59   STENBOL - "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin hat taloqkirin.    23'yemîn rûniştina "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Rojnamegerên tên darizandin beşdarî rûniştinê nebûn. Hinek parêzer amade bûn hinekan jî mazereta xwe anîn ziman û beşdar nebûn.    Meqama îddiayê û parêzeran daxwaza temamkirina hisûsên kêm kirin.    Heyeta dadgehê mazeretên parêzeran qebûl kir û doz taloqî 22'yê Sibatê kir.