Îdianameya duyemîn a malbata Dedegullari hat amadekirin

  • 15:56 21 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Têkildarî êrişa nîjadperest a malbata Dedeogullari pê rû bi rû man îdianameya duyemîn hat amadekirin û ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat qebûlkirin. Di idianameyê de derbarê 9 kesî de ji ber "teşebbusa kuştinê","birîndarkirina bi zaneyî", "binpêkirina destnedayina avahiyê ya bi zaneyî" doz hat vekirin. 
 
Di 30'ê Tîrmehê de ji malbateke kurd a ji Qersê li Merama Konyayê 4 jê jin 7 kes ji aliyê Mehmet Altun ve hatibûn qetilkirin. Berî komkujiyê di 12'ê Gulanê de bi êrişa xizmên Mehmet Altun malbatên Keleş û Çalik ve bi êrişê rû bi rû mabûn. 
 
Di êrişê de ji malbata Dedeoglulari gelek birîndar bûbûn û li ser gilîkirinê derbarê malbatên Keleş û Çalik de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 9 kes hatibûn binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Konyayê idianameya derbarê lêpirsîna hat temamkirin de amade kir. 
 
Îdianameya duyemîn a hat amadekirin û ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat qebûlkirin. Di idianameyê de derbarê 9 kesî de ji ber "teşebbusa kuştinê","birîndarkirina bi zaneyî", "binpêkirina destnedayina avahiyê ya bi zaneyî" doz hat vekirin.