Îdianameya duyemîn a malbata Dedegullari hat amadekirin 2021-10-21 15:56:40     ENQERE - Têkildarî êrişa nîjadperest a malbata Dedeogullari pê rû bi rû man îdianameya duyemîn hat amadekirin û ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat qebûlkirin. Di idianameyê de derbarê 9 kesî de ji ber "teşebbusa kuştinê","birîndarkirina bi zaneyî", "binpêkirina destnedayina avahiyê ya bi zaneyî" doz hat vekirin.    Di 30'ê Tîrmehê de ji malbateke kurd a ji Qersê li Merama Konyayê 4 jê jin 7 kes ji aliyê Mehmet Altun ve hatibûn qetilkirin. Berî komkujiyê di 12'ê Gulanê de bi êrişa xizmên Mehmet Altun malbatên Keleş û Çalik ve bi êrişê rû bi rû mabûn.    Di êrişê de ji malbata Dedeoglulari gelek birîndar bûbûn û li ser gilîkirinê derbarê malbatên Keleş û Çalik de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 9 kes hatibûn binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Konyayê idianameya derbarê lêpirsîna hat temamkirin de amade kir.    Îdianameya duyemîn a hat amadekirin û ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat qebûlkirin. Di idianameyê de derbarê 9 kesî de ji ber "teşebbusa kuştinê","birîndarkirina bi zaneyî", "binpêkirina destnedayina avahiyê ya bi zaneyî" doz hat vekirin.