Parêzerên Doza Kobanê: Xwedî li demokrasiyê derkevin

  • 13:48 18 Îlon 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Doza Kobanê dê di 20'ê îlonê de pêk bê, beriya rûniştina dozê parêzeran daxuyaniyek dan û gotin: "Di şexsê siyasetmedarên HDP’yî û kurd de hiqûq û demokrasî hedef tê girtin û em banga xwedîderketina li dozê dikin." 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umît Dede yê ji Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsiyar e û parêzerên dozê têkildarî rûniştina Doza Kobanê ya ku wê di 20’ê îlonê de li Kampûsa Girtîgeha Enqereyê were lidarxistin, li otelek Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek parêzer beşdarî civînê bûn.
 
Ewilî Umît Dede axivî û got ew ji bo “Doza Komployê” yanî doza Kobanê civiyan e û dixwazin raya giştî agahdar bikin. Umît destnîşan kir ku ev “doza komployî” siyasetmedarên HDP’yî û kurd dike armanc û got: “Ev doz êrişek li dijî serweriya hiqûq û demokrasiyê ye. Xwedî derketina li vê dozê tenê ne xwedîderketina siyasetmedarên kurd û HDP’yî ne, wê bibe xwedî derketina serweriya hiqûqê û demokrasiya Tirkiyê. Em hemû aliyên demokratîk, rêxistinên hiqûqê, serokên baroyan û parêzeran vedixwînin Girtîgeha Sîncanê ku doz wê lê were dîtin.” 
 
Parêzerên dozê jî bal kişandin ser naveroka îdianameya siyasetmedar jê tên darizandin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dabû. Parêzeran xwest ku demildest bila ev doz were betalkirin û hiqûq bi ser bikeve û tevahiya miwekîlên wan werin berdan. Parêzeran jî banga xwedî derketina dozê li her aliyî kirin. 
 
Seroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şevîn Kaya jî diyar kir ku ji destpêka doze heta îro dadger bi helwest bû û got: "Dadgeh hewl dida ku parastina girtiyan bê navber bigire û dozê xilas bike. Ji destpêke heta îro her kes doz baş şopand, parezêran negirtin salonê û polîsan girtin salonê. Mîkrofonên me hatin girtin. Endamên dadgehê kesekî muxatap negirt. Girtiyên ku nekarin dengê xwe bighînin bi nivîskî anîn ziman. Plansaziyeke dadgehê heye, ev plan jî li dijqanûnê ye. Li gorî destûra dadger parastin hat kirin û mîkrofon dihat girtin. Em ji vê rewşê dibînin ku dê darizandineke edilane pêk neyê. Niha 20 hevalên me girtî ne û 8 hevalên me rûniştina din de hatin tehliyekirin. Ev rûniştin jî dê du hefteyan bidome û tenê roja çarşemê rûniştin pêk nayê."