Li Dîlokê 7 siyasetmedar tahliye bûn

  • 15:29 17 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
DÎLOK - Ji 18 siyasetmedarên ku ev salek e girtî ne 7 kes di 13'emîn daneşîna doza jê dihatin darizandin de hatin tahliyekirin. 
 
Di çaçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê hat destpkirin di 14'ê Tîrmeha 2020'î de di nav de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Serokê SYKP'ê yê bajêr, Rêvberên Partiya Herêmên Demokratîk ên bajêr, rêveberên ÎHD'ê, ên Komeleya 78'an, Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên meclisa şaredariyê jî di nav 29 siyasetmedar 18 jê bi îdaya " endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn girtin.
 
Di 13'emîn daneşîna doza hat vekirin de, Sevînç Selçûk, Abdullah Înce, Îsmaîl Belkpinar, Muslum Kilinç, Cualî Taşçi, Selamn Tutumlu û Mehmer Ozkan hatin tahliyekirin.